Em şehadeta komek hevalên xwe yên şervan û qehreman ji gelê xwe re radighînin. Ew piştî rêwîtiyeke dirêj a tijî berxwedand û xebateke birêkûpêk û dilsoz ji bo pêkanîna armancên şoreşê, di şert û mercên têkoşînê yên cur be cur de şehîd bûne.
Hevalê me yê şehîd “Andok Êrîş Viyan” yek ji fermandarên navdar ên hêzên me bû. Zû tevlî bû û xwedî ezmûnek berfireh bû ku gihîşt asta profesyonelîzmê. Ew bi dewlemendiya çandê û hişê xwe yê vekirî dihat nasîn. Vê yekê hişt bibe hevalekî bi bandor û şopa xwe li gelek serkeftinan hişt. Her karê ku pê radibû, pêşî plana wî datanî. Di pêşniyaz û nîqaşê de wêrek bû. Di xebat û taktîkan de, afirîner bû. Wî tim teqezî li xebata kolektîf dikir û vê jî hişt ku têkeve dilê hemû hevalên xwe.
Çûyîna wî ji gelek eniyan re, asta pisporiya wî bilind kir. Lewra, beşdarî gelek pêngavên hêzên me bû û li kêleka hevalên xwe berxwedanek layîqî gelê me raber kir. Wî hêza ya serkeftinê û pêkanîna derbên giran li dijî dijmin, di şert û mercên herî zehmet de isbat kir.
Hevalê me Andok bandorek mezin di nava hevalên xwe de hişt. Wan ji wî dilsoziya bi gel û şehîdan re fêr bûn. Vê doze tim ew mijûl dikirû dihşt ku bêtir xebatê bike da ku xewn û xeyalên wan bi cih bîne û asta berxwedanê bilind bike.
Her wiha wî israr li ser pabendiya bi perspektîvan dikir, çimkî wî didît rêya herî gincaw ji bo gihaştina serkeftinê ye û dûrketina ji binketinê ye û têkbirina dijmin e. Dilsoziya wî ya bê sînor, jîbrbûna di kar de, hiştin ku bîranên bedew ên têkoşînê li gel hevalên xwe zindî bihêle û dê tu carî bi demê re neyên jibîrkirin.
Hevalê me yê şehîd Ararat Serhed de, ew fermandarekî qadê û navdar bû ku di berdewamiya têkoşîn û xebatê de qet ne westiya û ne bêzar bû. Berevajî vê, ew her gav di lûtkeya coş û moralê bilind de bû, heta di şerên herî dijwar de jî. Aqilmendiya wî ya rêbertiyê yek ji sirrên serkeftinên wî bû.
Hevalê me Ararat beşdarî çend pêngavên hêzên me bû. Wekî Pêngava Şehîd Rûbar, Rizgarkirina Minbic, Holê, Şedadê û yên din. Di van operasyonan de ew çend caran birîndar bû, lê wî bi heman biryardariyê berdewam kir. Birînên wî ji bo pêkanîna erk qet nebûn asteng.
Berevajî wê, baweriya wî ya duqatkirina xebatê ji bo bidestxistina serkeftinê xurttir kir.
Ji bilî xebata xwe ya leşkerî, heval Ararat di warên siyasî û civakî de jî çalak bû. Wekî têkoşerekî jîr navdar bû ku bi xîtaba xwe ya balkêş bandor li derdora xwe dikir. Di civînên ku li bajar û gundan lidar dixist de, wî fikarên rojane yên mirovan çareser dikir û li ser mijarên neteweyî yên bingehîn disekinî. Vê jî bêtir baweriya wî ya bi xwe û baweriya bi doza ku ji bo wê xwe terxan kir, zêdetir kir.
Windakirina hevalekî bi qasî Ararat ji bo gelê me windahiyek mezin e. Şehadeta wî êşeke kûr di dilê heval û hezkiriyên wî de hişt, lê di heman demê de, wê biryardariya wan a berdewamkirina rêya wî heta bidestxistina serkeftinê xurttir kir.
Hevalê me yê şehîd Êrîş Umut, gelê me ew bi têkoşîna wî ya li çend herêmên welêt ji nêz ve nas kir. Ew heval û birayekî wan bû. Wî bi kesayeta xwe ya dilnizim, nerim û rijdbûna xwe di kar de, hevgirtin û rihetiyeke mezin di têkliyên xwe yên bi derdorê re, saz kir.
Êrîş ji malbatekê bû ku gelek kurên xwe pêşkêşî refên şoreşê kirin û rûmeta şehadetê bi dest xistin, di nav de birayê heval Êrîş.
Wêrektî û qehremaniyê wî di pêngavan de,li ser zimanê xelkê herêmên ku lê kar kir. Vê yekê jî baweriya gel bi serkftina şoreşa ku hevalên wekî Êrîş di nav de ne, zêde kir.
Hevalê me Êrîş hezkirina gel, şoreş û têkoşînê heta kêliya dawî ya jiyana xwe hilgirt. Wî di her qonaxa têkoşîna xwe de wêrektîyeke bêhempa nîşan da, ji bo her zehmetiyek ku pê re rû bi rû ma çareserî didît. Ew qet destigirêdayî nedima, lê her gav afirîner û nûjen bû.
Di pêngavekê de ji lingê xwe yê çepê birîndar bû, û di pêngaveke din a hêzên me de bi rengekî giran ji destê xwe yê rastê birîndar bû. Neçar ma plakayên hesin bi kar bîne. Lê belê, van birînanan biryardarî û cesareta wî kêm nekir, û wî bi serbilindî rêwîtiya xwe ya şoreşgerî domand, cihê xwe di lîsteya nemiran de qezenc kir.
Di wextekê de ku em sersaxiyê ji xwe, ji malbatên hevalên xwe yên şehîd û hemû malbatên şehîdên xwe re dixwazin, em di heman demê de pabendbûna xwe bi fermanên wan ên ji bo berdewamkirin û pêşvebirina têkoşînê piştrast dikin.
Em soz didin ku heta ku em xewn û armancên wan ku wan xwîna xwe ji bo wan feda kirine bi dest nexin, wan bi serkeftinek mezin tacîdar nekin têkoşîna xwe qet rawestînin.
Nasnameyên Şehîdan:

1. Navê Tevgerî: Andok Êrîş Viyan
Navê Rastî: Mehmet Bartan
Navê Dayikê: Hûriye
Navê Bavê: Îsmaîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrînê – 25ê Çileya 2025an

2. Navê Tevgerî: Ararat Serhed
Navê Rastî: Umer Gokdag
Navê Dayikê: Ma’rîfa
Navê Bavê: Mehmêd Salîh
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanî – Bajarokê Şixlar – Qezaya Leşkerî – 25ê Sibata 2025an

3. Navê Tevgerî:Êrîş Umut
Navê Rastî: Subhî Bûmîn
Navê Dayikê: Fatîma
Navê Bavê: Selahedîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrînê – Bûyera Leşkerî – 1’ê Cotmehê 2025an
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê
4ê Adara 2025an















