Pêngava Bagera Cizîrê bi pêşengtiya QSD’ê û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, YPG û YPJ’ê didome û roj bi roj derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê tê dayîn. Pêngava ku 118 roj li pey xwe hiştiye heya niha bi dehan gund, cihên stratejîk û bi hezaran sivîl hatine rizgarkirin. Serkeftinên ku hatine bidestxistin bi saya tekoşîna hezaran şehîdên me ne.
Di dîrokên cuda de du şervanên me ku di pêngavê de li dijî çeteyan bi qehremanî şer kirin gihîştine şehadetê.
Em weke YPG û YPJ’ê hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me yê welatparêz re dixwazin. Emê li ser şopa şehîdan bimeşin û doza wan serxînin.
Nasnameyên şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Welat Amudê
Nav û Paşnav: Ehmed Selama
Navê Dayikê: Şemsa
Navê Bav: Selama
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Bêder
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 1 Çileya 2018

Nav û Paşnav: Zihêr El Seyîd
Navê Dayikê: Sûad
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 27’ê Kanûna 2017
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 5’ê Çile ya 2018