Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû dijwariya xwe didome û bi pêşengtiya QSD’ê û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê pêşveçûyînên şervanan didome. Pêngava ku li çar meh pey xwe hişt bi ked, cesaret, fedakarî û berxwedaniyekê serkeftinên mezin hatin afirandin û berdêlên giranbûha hatin dayîn.
Di navbera 4 û 5’ê Çileyê de 6 rêhevalên me ku du ji wan bira ne di Pêngava Bagera Cizîrê de li hember çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şerkirine gihîştine şehadetê. Her wiha rêhevalekî me li Efrînê di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de û rêhevalekî me li Şedadê di encama qezayekî de şehîd bûne.
Bi destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê re gelên herêmê bi taybet gelên Ereb ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bû ji bo dawîkirina hebûna çeteyan a herêmê keç û xortên ciwan ref bi ref tevlî YPG û YPJ’ê bûn. Du ji wan ciwanan ku li herêma Şedadê ne û bira ne ji ber erkên xwe yên welatparêzî û jiyaneke azad bijîn tevlî nava YPG’ê bûbûn di Pêngava Bagera Cizîrê de li hember çeteyan bi lehengî şer kirin û tevlî nava karwanên şehîdan bûn. Em sersaxiyê ji malbatên her du birayên şehîd û gelên me yên Ereb re dixwazin.
Em weke YPG û YPJ di şexsê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin û malbatên şehîdan û tevahî gelên me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nav û Paşnav: Elî El Xidir
Navê Dayikê: Tirkiye
Navê Bav: Matar
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4 Çile 2018

Nav û Paşnav: Fadil El Xidir
Navê Dayikê: Tirkiye
Navê Bav: Matar
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4 Çile 2018

Nasnav: Ibrahîm Mazlum
Nav û Paşnav: Ibrahîm Seydo
Navê Dayikê: Henîfe
Navê Bav: Xelîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 4 Çile 2018

Nav û Paşnav: Mihemed Xelef
Navê Dayikê: Sibha
Navê Bav: Henî
Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4 Çile 2018

Nav û Paşnav: Muhtasim Mihemed
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 5 Çile 2018

Nasnav: Rûstem Cudî
Nav û Paşnav: Silêman Xelef Berû
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Cemal
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 4 Çile 2018

Nasnav: Tariq Şiwêx
Nav û Paşnav: Tariq Şiwêx
Navê Dayikê: Mecîde
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 5 Çile 2018

Nasnav: Zîlan Kerama
Nav û Paşnav: Sewsen Ebdulah
Navê Dayikê: Fewziye
Navê Bav: Ebdulah
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 4 Çile 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7’ê Çile ya 2018