Pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêrazorê bênavber didome. Operasyonên hêzên QSD, YPG û YPJ li ser çeteyên DAIŞ’ê rojane tê lidarxistin û bi pêşveçûnên şervanan li bejahiya Dêrazorê de çeteyên DAIŞ’ê jî her ku diçin li herêmê tengav dibin. Her wiha li Reqayê operasyonên paqijkirina bermahiyên çeteyan didome. Piştî rizgarkirina Reqayê gelek bermahiyên çeteyan ji aliyê şervanan ve hatine paqijkirin û herêm roj bi roj ji bo ewlehiya welatiyan tê amade kirin.
Li ser vê bingehê rêhevalekî me li Dêrazorê di operasyona li dijî çeteyan hatibû lidarxistin de û rêhevalekî me jî operasyona paqijkirina bermahiyên çeteyan yê Reqayê de gihîştine asta şehadetê.
Em weke YPG û YPJ şehîdên me yên Dêrazor û Reqayê bi rêzdarî bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Kawa Til Xezal
Nav û Paşnav: Kawa Omer
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6’ê Sibata 2018

Nav û Paşnav: Yasir El Efnîs
Navê Dayikê: Sebha
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zorê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 28’ê Çileya 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11’ê Sibata 2018