Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Welatperwer û Şoreşgerekî Bê Qisûr Şehîd Mihemed Reşo (Xalo) Bibîr Tînin

  • February 12, 2018

Welatperwer û Şoreşgerekî Bê Qisûr Şehîd Mihemed Reşo (Xalo) Bibîr Tînin

Careke din riya berxwedana pîroz ya Efrînê canê welatperwer û şoreşgerekî bê qisûr ji nav me dibe, ji lewre dema îro em şehadeta rêhevalê xwe radigihînin şehnaziya şervan û gelê xwe ya bi sekn û tekoşîna wî ya bi salan nîşan didin û li beramber bi rêzdarî em bejna xwe ditewînin.

Şoreşger û welatperwerê me Mihemed Reşo (Xalo) ku temenê wî yê mezin nebû asteng û kêlî bi kêlî weke endamekî canfeda yê Hêzên Parastina Cewherî (HPC) li kêleka şervanên me ev berxwedan dimeşand û erka xwe ya ku bi salan ji dil dabû li ser milê xwe bi cî dianî û herî dawî jî beriya ku şehîd bibe bi israr riya şoreşê bernedida û şehîd bû; di dilê şervanên me de israra berxwedan û serkeftinê hîn buha û mezintir kir.

 Şehadeta heval Mihemed careke din tekez dike ku riya berxwedanê bênavber wê were  berdewam kirin û doza ku gel û şervan bi hevre dimeşînin serkeftî ye û wê her serkeftî bimîne. Dema şoreşgerên vî welatî li ser xaka xwe şehîd dibin ji bo her kesî tekez dibe çiqas e ev doz mafdar e û ne balafir, ne tank û topên dijmin pê dikare.

Li ser vî bingehî, em dibêjin bila serê malbat û serê şervan û gelê me saxbe. Nirxên ku şehîdan  ji bo me hiştine riya şervanên me YPG û YPJ ronî dike û têrê dike ku em gelê xwe hertim di nava azadiyê de bihêlin û doza nirxên mirovatiyê bişopînin û biparêzin. Soz û biryara me ev e û em ê jê neyên xwar.

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

Nav û Paşnav: Mihemed Reşo (Xalo)

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Îbrahîm

Cih û Dîroka ji Dayikbûnê: Efrîn – Çolaqa, 1956

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Berkaşê / Bilbil / 10’ê Sibata 2018

Fermandariya YPG ya Efrînê | 12’ê Sibata 2018