Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Agir Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

  • December 25, 2021

Em rêhevalê xwe Agir Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Agir Efrîn li roja 23’ê Kanunê di encama nexweşiyê de gihişt şehadetê. Rêheval Agir li Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin wekî ciwanek birûmet ji bo rizgarkirina Efrînê, ji bo ku ji dagirkeriyê tolê bistîne tevlî refên me bû. Ew hêrsa mezin ya ku li hember dagirkeran hîs dikir, roj bi roj di nav raman û hestên rêheval Agir de mezin dibûn û vê yekê di kesayeta xwe de zivirand hêza şoreşgeriyê. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe xwedî li erk û berpirsiyartiyên xwe derket.

Em di şexsê Şehîd Agir de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û ji malbatê şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyê hevalê me yê şehîd wiha ye: 

Nasnav: Agir Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Ebdilrehman
Navê dayik: Fîdan
Navê bav: Cemîl
Cîh û dîroka şehadetê: Heleb | 23 Kanun 2021

Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Kanuna 2021